Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeke Îraqî Serdana Kampa Holê Dike


Şandeke fermî ya wezareta koçber û derbideran ya Îraqê ku ji 22 kesan pêk tê, serdana kampa Holê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê kiriye.

Li gor rêvebira kampa Holê, ev bû hefteyeke şanda Îraqê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ye.

Cîhan Ehmed ji Dengê Amerîka re ragihand ku bi mebesta vegerandina komeke nû ya koçberên kama Holê bo Îraqê, şandeke ku ji dora 20 kesan pêk tê ev çend rojin serdana kampê kiriye.

Ehmed got ku şand bi hevrêziya li gel Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbasî kampê bûye, lîsteyeke nû ji navên kesên ku xwestine vegerin welatê xwe amade dike û dê di demekê pêş de amadekariyên veguhestina komeke nû ji penaberên Îraqê bi dawî bike.

Li aliyekî din, rêvebirê ofîsa karûbarên derbider û penaberan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed ji Dengê Amerîka re ragihand ku serdana şanda Îraqê di çarçoveya rêkeftin û lihevkirina di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Îraqê de ya derbarê veguhestina malbatên DAIŞê û penaberên Îraqî yên li kampa Holê, ev serê çend salan e hatine bi cih kirin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di çarcoweya rêkeftina sala 2018an ya di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Îraqê de, herî dawî 1ê meha 6an ya vê salê 150 malbatên Îraqî ji kampa Holê hatin derxstin û ber bi kampa El-Cedaa ya li bajarê Mûsilê ve hatin şandin.

Roja 11ê Gulana bûrî, wezareta derve ya Îraqê di civîna wezîrên kowalisyona navdewletî ya dijî DAIŞê de li bajarê Marakişa Mexribê eşkere kir ku "nêzîkî 500 malbatên Îraqî ji kampa Holê bo kampa El-Cedaa ya parêzgeha Nînewa ya Îraqê hatine veguhestin ku piraniya wan zarok û jin in ".

li gorî amarên fermî yên herî dawî yên rêveberiya kampa Holê, nêzîkî 8,000 malbatên Îraqî li kampa Holê hene, ku ji zêdetirî 30,000 kes pêk tên. 56,000 endamên malbatên DAIŞê li wê kampê hatine bicihkirin.

Rêveberiya Xweser çendîn car e bang li aliyên navdewletî dike ku welatiyên xwe yên li kampa Holê wergirin û doseya malbatên DAIŞê çareser bikin, lê ta niha daxwaza wê pêk nehatiye. Ev dose yek ji deoseyên herî girîn û metrisîdar e, ku hîn tu çareseriyeke bingehên jê re nehatiye dîtin.

Raporta Deng/Zana Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:22 0:00

XS
SM
MD
LG