Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Nîdal Derwîş: Frensa Piştgiriya Kurdan Dike ji bo Rola Tirkiyê di Sûriyê û Herêmê de Lewaz Bike


Di roja Îniyê de şandek ji Hêzên Sûriya Demokratîk bi serokê Frensa Emmanuel Macron re kom bûn, û di derbarî vê kombûnê de hikûmeta Tirkiyê rexneyên tûj li Ferensa kir.

Dengê Amerîka hevpeyvînek bi lêkolîner û dîroknas Dr. Nîdal Hac Derwîş re kir, sebaretî vê kombûnê û girîngiya wê ji Kurdên Sûriyê re.

Dr. Nîdal dibêje:" Frensa û welatên rojava li ser siyaseta Tirkiyê ne razîne û dixwazin ku rola wê di herêmê de kêm bikin, ji ber wê ew berê xwe bi Kurdên Sûriyê vedikin."

Her wiha jî wî anî ziman, ku Tirkiyê naxwaze desthilatek kurdî li Sûriyê çêbibe, ji ber wê ew bi hemû şêweyan dijbertiya her pêwendiyekê bi kurdên Sûriyê re dike, ji ber ku di encaman de wê rola Tirkiyê di Sûriyê de û herêmê de lewaz bibe.

Hevpeyvîna Dr. Nîdal Hac Derwîs-4-20-2019-LA.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:12:46 0:00

XS
SM
MD
LG