Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hesen Biro: Pêwîstiya Me bi Xebatên Dîplomatîk Heye Ji Bo Serkeftinên Şer Misoger Bikin


Hêzên Sûriyê Demokratîk (HSD) bi piştevaniya hêzên hevpeymaniya navnetewî bi serkêşiya Amerîka şerekî giran li dijî DAIŞ dikin di deverên dawî yên di destên DAIŞ de maye li rojhilatê Sûriyê, û pêşketinan bi dest dixin lê hîna jî rewşa herêmên Kurdî û paşeroja wan ne zelal e û hîna jî gefên leşkerî yên Tirkiyê li ser herêmê berdewam dibe.

Di derbarê vê rewşa heyî de, û paşeroja herêmên Kurdî li Sûriyê piştî şerê DAIŞê, Dengê Amerîka hevpeyvînek bi parêzer û çalakvanê siyasî Hesen Biro re kir.

Ji bo şerê ku li dijî DAIŞ dibe, parêzer Hesen dibêje: " Hêzên HSD pêşveçûnên mezin bidest dixin û wê dawiya DAIŞ bînin di demek nêzîk de."

Lê ji aliyê siyasî û ewlehiyê ve hîna rewş ne zelel e, li gorî gotina wî û tirs heye ku rewşa Efrînê careke din dûbare bibe.

Ji bo tevegera siyasî ya kurdî li Sûriyê di vê dema nuha de, birêz Hesen got ku ji Kurdan tê xwestin karê dîplomatîk bikin û derfeta heyî ji dest xwe ne bin bo misogerkirina serkeftiyên şerê li dijî DAIŞê.

Hevpeyvîna Hesen Biro- 2-16-2019-LA.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:10:19 0:00

XS
SM
MD
LG