Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ebdulhelîm Sulêman: Rêjîma Sûriyê di Guftûgoyên bi Hêzên Kurdî re Ne Nerm E


Piştî têkbirina DAIŞê li Sûriyê ser destê Hêzên Sûriya Demokratîk li bajarokê Baxozê, êdî rewşek nû derketiye holê, di derbarî paşeroja vê hêzê û rola kurdan di herêmê de.

Ji aliyekî ve rêjîma Sûriyê û danûstendinên bi wê re, û ji aliyê din ve jî di nav tevgera siyasî ya kurdî de li Sûriyê, gelo çi dibe ji bo parastina mafê kurdan li Sûriyê, di vê qonaxa nû de?

Dengê Amerîka hevpeyvînek bi rojnamevan Ebdilhelîm Silêman re kir, ku bi xwe jî li Baxozê bû û rewş ji nêzîk ve dişopand.

Rojnamevan Ebdilhelîm, li ser rewşa heyî dibêje: "Serkeftina li ser DAIŞê, Kurd bi dunyayê da naskirin û divê ku Kurd zanibin çawa vê serkeftinê bikar bînin ji bo misogerkirina mafên xwe di Sûriyê de."

Her wiha jî wî li ser giftûgoyên bi hikûmeta Sûrî re got, ku hikûmeta Sûrî naxwaze ku desthilata herêma kurdî têxe destê hêzên kurdî.

Hevpeyvîna Ebdilhelîm Silêman-3-30-2019-LA.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:09:07 0:00

XS
SM
MD
LG