Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Emîna Hisên: HSD Dixwaze Pêwendiyan bi Rêjîma Sûrî re Bike ji bo Destkeftiyên Xwe Biparêze


Îro Şemiyê Hêza Sûriya Demokrat kombûna xwe ya salane li bajarê Hesekê li dar xist, bi amadebûna nûnerên hêzên hevpeymaniya navnetewî.

Di axftina destpêkê de fermandarê giştî yê HSD Mezlûm Ebdî bang li rêjîma Sûriyê kir ji bo giftûgoyan bi rêveberiya xweser re bike ji bo parastina herêmê ji destwerdana leşkerî ya Tirkiyê.

Di derbarî vê mijarê de, Dengê Amerîka hevpeyvînek bi rojnamevan Emîna Hisên re kir.

Emîna dibêje, axeftina Mezlûm Ebdî tê ji ber gefên Tirkiyê li ser herêma Kurdî li bakûrê Sûriyê û ji bo ku bûyera Efrînê careke din dubare nebe.

Wekî din jî wê got, ku Amerîka rê nade Tirkiyê û Rûsiya ku herêma kurdî kontrol bikin, ji ber wê ew dixwaze ku rêkeftin di nav rêjîm û xweseriya demokrat re çêbibe bê ku tu destwedanên leşkerî di wê herêmê de durst bibin.

Hevpeyvîna Emîna Hisên-8-24-2019-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:21 0:00

XS
SM
MD
LG