Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Civata Ewlekarîyê Bo Gihandina Alîkariyan Bo Sûryê Tê Piştevanîkirin


Arşîv: Alîkariyên Mirovatî bo Madaya - Sûriye
Arşîv: Alîkariyên Mirovatî bo Madaya - Sûriye

Di nameke taybet de ku ajansa Reuters ew dîtîye, Amerîka, Erebistana Saûdî , Brîtanya, Fransa û hin welatên din, ji civata ewlekarîya navnetewî re şandîye û piştevaniyê didin civatê daku derbarê hinartina alîkariyan jibo Sûriyê pêngavan biavêje.

Di nama rêkirî de daxwaz ji civata ewlekarîya navnetewî tê kirin ku, tedbîrên baş bihên stendin jibo gihandina karwanên alîkariyên miovatî jibo mîlyonan welatiyên Sûrî, piştî ku, li gelek herêmanên Sûriyê pevçûn hinek kêmtir bûne.

Di namê de hişdarî daye serokê Sûrî Beşar Asad û herdu hevpeymanên wî, Rûsya û Îranê, daku di gihandina alîkariyan de nebin rêgir.

Nama ku, şandên dîplomasî yên 14 welatan li Genevre ya Swîsre, bi naveroka "dudiliyek mezin" hatîye binav kirin û derbarê 7 biryarên civata ewlekarîyê yên têkilî bi hinartina alîkariyên mirovatî ve heyî hatiye rêkirin.

Lê şanda Sûrî li Genevre qet ne bersiva têkliyên telefonî ne jî, yên eamilan nedaye, bersivdana daxwaza şandên navnetewî ya hinartina alîkariyên mirovatî ku, li Sûriyê mîlyonan kes li benda wanin, ji aliyê desthilata Sûrî de hatîye mandila kirin.

XS
SM
MD
LG