Desteya Enerjîya navokî ya Sûrîyê, ragihand ku hevkariya Şamê bi Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Navokî (IAEA), Amerîkayê û welatên dost re berdewam e, ji bo çareserkirina mîrata rejîma berê, çalak kirina endamtiya tam a Sûriyê di ajansê de û piştgirîkirina bikaranîna aştiyane ya enerjiya navokî.
Desteyê di daxuyaniyekê de diyar kir ku di rojên dahatî de Sûriye dê pêşwaziya şandeke Ajanseya Navnetewtî ya enerjîya navokî bike, û di çarçoveya vê serdanê de her dû alî dê bi hev re pêşkeftina mezin a ku Sûriye di vê qadê de bi dest xistiye ragihînin.
Malpera Axios a Amerîkî, îro Sêşemê Raportek weşand ku tê de eşkera kir ku Amerîkayê navbeynkariyê di peymaneke veşartî de dike ku di navbera Sûriye, Îsraîl û Ajansa (IAEA) de tê çêkirin, ji bo veguhestin û rakirina bermayên navokî yên ku li “Cihê 99” ê veşartî yê li ser axa Sûriyê.
Raport diyar dike ku Amerîkayê bi baştir zanî ku li gel hikûmeta nû ya Sûriyê bixebite li şûna ku serî li tedbîrên leşkerî yên nû bide, û dema ku dosye bi berpirsên Sûriyî re hate gotûbêjkirin, wan got ku ew bi hebûna kelûpelên navokî li wî cihî ne agahdar bûn.
Axios da zanîn ku, "berî sê hefteyan peymanek di navbera Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomî û hikûmeta Sûriyê de hate îmzekirin bi armanca nehiştin û çareserkirina bermaye û kelûpelên navokî li Sûriyê.