Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Esmanî li Bakurê Rojavayê Sûriyê Herî Kêm 4 Kesan Dikujin


Çalakvanên Sûrî dibêjin êrîşên dijî herêmên bin destê serhildêran li bakurê rojavayê Sûriyê herî kêm 4 kes kuştin, di nav de zarok û jin, û her wiha jimarek kes birîndar kirin.

Êrîşên esmanî li parêzgeha Idlibê di van hefteyên dawî de giran bûne, di demekê de ku hikûmeta Sûriyê diyar e xwe amade dike ji bo operasyonekê li wir.

Hikûmet dixwaze riya sereke di navbera Heleb û Dîmeşqê de bi temamî kontrol bike.

Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye û berevaniya sivîl a ku bi navê kumsipiyan tê nasîn got 4 kes, di nav de du jin û zarokek, li gundê Bara hatin kuştin.

Çavdêriyê got 5 kesên din li gundê Ibdeyta hatin kuştin û zarokek li gundekî din ê herêmê hate kuştin.

Tê zanîn ku hêzên hikûmetê demekê berê îsal operasyoneke 4 mehan di dijî serhilrên opozisyonê birêve bir ku di encamê de bi sedan hezar kes ji malên xwe reviyan.

Di meha Tebaxê de hikûmetê agirbestek ragihand lê ew jî di van hefteyên dawî de tê binpêkirin.

XS
SM
MD
LG