Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûriyê Korîdoreka Mirovî li Idlibê Vekir Lê Nehate Bikaranîn


Medya dewleta Sûriyê ragihand ku hêzên hikûmetê korîdoreka mirovî ya parastî li parêzgeha Idlibê vekir ji bo derketina xelkê sivîl ji wir, lê kesekî ew bi kar neanî.

Ajansa dewletê ya nûçeyan SANA roja Şemiyê got ku çekdaran rê li pêş xelkê sivîl girtiye da ku neçin herêmên di bin destê hikûmetê de bi riya deriyê Ebû Zuhûr.

Tilfizyona dewletê di hin girteyên vîdyo de, bas û tîmên tenduristî diyar kirin ku li ber derî li benda xelkê bûn.

SANA got çekdaran şifêrên otombêlan gulebaran kirin û nehîşt ew derkevin. Ti çavkaniyên serbixwe nebûn ku van nûçeyan piştrast bikin.

Meha borî, desthilatdarên Sûriyê korîdoreka mirovî li aliyê başûrê Idlibê ragihand di demekê de ku hêzên wan herêm dorpêç kir.

Hêzên Sûriyê, di van hefteyên dawî de pêşketinên berbiçav li ser erdê qezenc kirin.

XS
SM
MD
LG