Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Esmanî yên Sûriyê Êrîşeke Serhildêran Têk Dibin


Ajansa dewleta Sûrî ya nûçeyan dibêje hêzên berevaniya esmanî êrîşeke bi firokên bê firokvan ên serhildêran têk bir li bakurê rojavayê welêt.

Ajansa SANA ji ser zimanê berpirsekî leşkerî ku navê xwe diyar nekir ragihand ku îro Şemiyê gotibû du firokên bê firokvan ên serhildêran hatin wêrankirin û a sêyem jî hat daxistin û li ser erdê hat jihevxistin.

SANA got êrîşa êvara Înê ya bi firokên li gel teqemeniyan, bingeheke leşkerî li Deşta Xab a parêzgeha Hemayê kiribû armanc.

Êrîşê ti ziyan encam nedan, li gor SANA.

Hêjayî gotinê ye, hêzên Sûriyê roja 31ê meha Tebaxê agirbesteke yekalî ragihand, piştî operasyoneke berfereh a leşkerî ku çar mehan dirêj kir li dijî serhildêrên parêzgeha Idlibê.

XS
SM
MD
LG