Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Anadol: Herî Kêm 25,000 Sivîlên Din ji Idlibê Reviyane Tirkiyê


Medya dewleta Tirkiyê îro Yekşemê got herî kêm 25,000 penaberên Sûrî ji parêzgeha Idlibê ber bi Tirkiyê de reviyan, di demekê de ku hêzên Sûriyê û Rûsya bumbebaran xwe li herêmê zêde kirine.

Tirkiyê niha mêvandariya 3,7 milyon penaberên Sûrî dike, ku jimara herî mezin a penaberan e li cîhanê, û metirsî hene ku pêleke din dest pê bike ji herêma Idlibê ku bêhtirî 3 milyon kes vedihewîne.

Enqera bi bedewamî daxwaz ji hevalbendên xwe dike ku di mêvandariya penaberan de piştgiria wê bikin

Li gor Neteweyên Yekgirtî, îsal bi sedan kes di êrîşên ser navçeyên sivîl de hatine kuştin.

Tîmên rizgarkirinê gotibû ku 6 kes di êrîşên esmanî yên roja Înê de li bajarê Maarat el-Numan û 11 gundên din hatine kuştin.

Serokê Sûriyê Beşar Esed soz daye ku Idlibê vegerîne bin kontrola xwe û roja Pênşemê serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotibû ku 50,000 kes ji Idlibê ber bi sînorê Tirkiyê de reviyane.

Ajansa Tirkiyê ya nûçeyan Anadol îro Yekşemê got piştî axaftina Erdogan 25,000 kesên din jî reviyan û ji destpêka meha borî ve 205,000 kesan malên xwe li Idlibê bicî hîştine.

XS
SM
MD
LG