Şer li Idilbê û navçeya Hemaya Sûrîyayê gûrr bûye, êrîşa artêşa hikûmeta sûrîyê û hevalbendê wê bi piştîvanîya Rûsîya û Îranê gelek bajarok ji destê çekdarên opsyonê derxistin.
Li wê herêma ku bin kontirola opsyonê bi gernatî û piştîvanîya Turkî nêzîkî 3 melyon sivîl bicîne.
Li gorî çavdêrîya sûrîyê ya mafê mirovan ku sivîl paça herî mezin ya vî şerî didin,
HSD berîya niha ser zarê berdevkê xwe Kîno Gabrîl bang li herdû alîyên şer kir ku sivîlan ji werin bêalîkirin ji şerê wan.
Berdevkê hêzên sûrîya Demoqratîk HSD Kîno Gabrîl ji dengê Amarîka re got sivîl qorbanîya şerê navbera hikûmeta sûrî û çekdarên opsyonê ne, û bang li civaka navnetwîyê kir ku sivîlan bipirêz in.
" Daxwaza me ji NY ye û civaka navnetweyî ku bi berpirsyarîya xwe rabe derbaerê parastina sivîlên sûrîyê bi giştî û bi taybetyî yên bakûrê Helebê û navçeya Idlibê yên ku tenê qorbana şerkî ku sûcê wan têde tune,ew sivîl ketine nav agirê şerê navbera komên terror ji alîyîkî û li alîyê din artêşa hikûmet û artêşa rûsîyayê li alîyê din."
Li alîyekî din, Meclisa Sûrîya Demoqratîk ku şer li sûrîyê gûrtir bibe piştî ku alîyên têkildarê civînên Asîtana alozîya sûrîyê perçekirin.
Li gorî berdevkê MSD Emced Osman , di daxuyanîk taybet bi dengê Amarîka re got
Civînên Asîtana hewildanek bû bo dabeşkirina pirsgirêka sûrî û lidarxistina rêkeftinên kirrîn û firotinê bûn:
"Di bawerîya me de, encamên hevdîtin û civînên Astana nikarîbûn kirîza Sûrî bigiştî di hundirê çarçoveyekê de bicivîne, lêbelê hewildanek bû bo dabeşkirina pirsgirêka sûrî û lidarxistina rêkeftinên kirrîn û firotinê bûn, li ser bingeha ku pirs û kirîza sûrî dabeşkirî ye. Ev yek berûvajî rojevê ye ji ber gelê sûrî ev serê 9 salan e êşa kirîzeke dijwar dikşîne, û kirîza sûrî pêdivîya wê bi çareserîyeke giştî heye ku şer li seranserî sûrî bigştî rawestîne û sûrîyîyan bibe ser maseya dîyalokê û dergehekê bo lihevkirin çareserîyeke giştî bo vê rewş alozîdar ya ku sûrîyîyan qelenek pirr buha daye, peyda bike".
Hêjaye bibîrxistinê ye ku hevpeymana navebera Turkî û Rûsîya di oktobera 2018an ku devera bê çek ji alîyê opsytonê û agirbest bi gerantorîya Turkî û Rûsîya li wê navçeyê hat ragihandin. Ji dema wê demê de heya niha li gorî SOHR 4563 kes sivîl hatin kuştin di encama şer de. 355 ji wan zarok in.
Navçeya Idilibê ku nêzîkî 3 melyon sivîl li wir dijîn, û ji encama şer rewşa sivîlan pirr xerabe.