Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pevçûn Di Navbera Du Gurûpên Opezisyona Sûrî Li Idlibê Dedikevin Holê


Pevçûn derketin holê di navbera du gurûpên herî bi hêz de li parêzgeha Idlibê li bakurê rojavayê Sûriyê, ku di bin destê serhildêran de ye.

Gurûpa tundrew Ehrar el-Şam îro şemiyê di daxuyaniyekê de got gurûpa bi navê Komîta Rizgarkirina Şamê, ku girêdayî el-Qaîde ye, hêzan dişînin bajarokê Seraqib û herêma Jebel el-Zawiye, wek amadekarî ji bo êrîşekê.

Ajansa nûçeyan a Ibai a gurûpa girêdayî el-Qaîde, gurûpa Ehrar el-Şam tawanbar kir bi danîna xalên vekolînê û girtina komandarekê wan û nobedarê wî. Ajansê got gurûpa Komîta Rizgarkirina Şamê piştre bi darê zorê xala vekolînê rakir.

Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye got pevçûnên derengî roja Înê li nêzîkê gundê Til Tûqan giran bûn.

Hêjayî gotinê ye demekê berê îsal pevçûn di navbera van herdû gurûpan de derketin holê berî ku agirbestekê ragihînin.

XS
SM
MD
LG