Lînkên eksesibilîtî

Kurdên Sûriyê Behsa Derbasbûna Tirkiyê bo Sûriyê Dikin


Hevserokê PYD Şahoz Hesen dibêje :”derbasbûna Tirkiyê bo Idlibê wê rewşa Sûriyê aloztir bike.”

Cîgirê serokê Partiya Yekîtî Hesen Salih dibêje:
”Heger derbasbûna wê ji bo deverên kêmkirina şer be em bi vê gavê re ne ,lê heger ji bo armanckirina deverên Kurdî be, wê hevalên Kurdan ên navnetewî rê nedin vê yekê.”

Rojnamevan Hisên Cimo dibêje :

”Çapemeniya Tirkiyê dibêje îro Idlib e sibe Efrîn e .”

Di berdewamiya nirxandina xwe de, Cimo dibêje :

”Heger Tirkiyê ket çiyayê Şêxberekat li Idlibê, wê demê Efrîn ji hemû aliyan ve tê dorpêçkirin.”

ji bo guhdarîkirina li raportê faylê deng veke

XS
SM
MD
LG