Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye û her wiha medya leşkerî ya çekdarên girêdayî el-Qaîde, dibêjin bajarê Seraqib li Bakurê Rojavayê Sûriyê rastî êrîşên esmanî yên giran tê.
Çavdêriyê ji doh Înê ve bêhtirî 35 êrîşên esmanî li bajêr ragihandin û got gelek rûniştvan ji bajêr direvin.
Ajansa Îbaa ya nûçeyan, ku bi ser Desteya Rizgarkirina Şamê ve ye, got balafirên Rûsî û Sûrî ji serê sibeha Şemiyê ve Seraqib û gundê Til Merqede bumbebaran dikin.
Hikûmeta Sûrî û hevalbendên wê operasyonekê dijî hêzên opozisyonê li parêzgeha Idlibê birêve dibin ji bo kontrolkirina riya sereke ya di navbera Dîmeşq û Helebê de.
Neteweyên Yekgirtî dibêje bêhtirî 270 hezar kes bê şûnûwar mane ji dema destpêkirina êrîşa hêzên hikûmetê ve di 15 meha Berçele de.