Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pevçûnên Hêzên Hikûmetê û Serhildêrên Sûriyê 15 Kesan Dikujin


Herî kêm 15 kes îro Yekşemê li bakurê rojavayê Sûriyê hatine kuştin di encama topbaran di navbera hêzên hikûmetê û serhildêran de.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye û tilfizyona Orient a girêdayî opozisyonê got topbarana hêzên hikûmetê 7 kes li bajarê Nêrab kuştin. Sê kesên din li bajarê Seraqib hatin kuştin, li gor karmendên rizgarkirinê yên berevaniya sivîl.

Medya dewletê got li bajarê Misyaf ê di bin destê hikûmetê de 5 kes di encama rokêtên serhildêran de hatin kuştin.

Wezîrên derve yên Frensa, Almanya, Brîtanya, Îtalya û Japonê roja Şemiyê di kombûna xwe ya G7 de xemên xwe derbirîn li dor çalakiyên leşkerî yên Sûrî li parêzgeha Idlibê di van hefteyên borî de.

Tê zanîn ku agirbestek li parêzgeh Idlibê bi çavdêriya Rûsya,Tirkiyê û Îranê lidar e.

XS
SM
MD
LG