Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Sûriyê Bumbebarana Ser Herêmên Opozisyonê Zêdetir Dike


Çalakvanên opozisyona Sûriyê dibêjin bumbebarana hêzên hikûmetê ya ser navçeyên serhildêran li bakurê rojavayê welêt bihedan kes kuştin û birîndarkirin û bi hezaran kes neçar kirin ku ji malên xwe birevin.

Bilindbûna tundûtijiya vê dawiyê ew ya herî dijwar e li parêzgeha Idlibê ji dema ragihandina agirbestê ve, ku Rûsya û Tirkiyê di meha Êlûna sala borî de li dor wê erê kiribûn.

Îro Şemiyê hikûmetê tank û erebeyên leşkerî û hêzên bêhtir şandin parêzgeha Idlibê.

Gurupa berevaniya sivîl a opozisyonê got ji sibeha Înê ve êrîşên esmanî û topbaranan 22 sivîl kuştin û bêhtirî 60 kesên din birîndar kirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye got tenê roja Şemiyê bêhtirî 75 êrîşên esmanî li dijî herêmên bin destê serhildêran pêk hatin.

XS
SM
MD
LG