Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Hêzên Hikûmeta Sûriyê li Idlibê Agir Rawestand


Rûsya dibêje hêzên girêdayî hikûmeta Sûriyê ji aliyê xwe ve agir li parêzgeha Idlibê rawestand.

Şerê ku meha borî li bingeha dawî ya serhildêrên Sûrî gurr bû, agirbesta ku Rûsya û Tirkiyê sala borî îmzekirbû jihev xist. Rûsya bi tundî alîgiriya serokê Sûriyê Beşar Esed dike û Tirkiyê jî piştgiriya opozisyonê dike.

Navenda lihevanîna aliyên dijber ên Sûriyê ya wezareta berevaniya Rûsya di daxuyaniyeke kurt de îro Yekşemê got hêzên hikûmeta Sûriyê nîvê şeva borî agir rawestand.

Rûsya rawestana agir wek gaveke yekalî binav kir, lê agahiyên bêhtir dabîn nekirin.

Tê zanîn gurûpa desteya rizgarkireina Şamê ya girêdayî el-Qaîde parêzgeha Idlibê kontrol dike û derdora 4 milyon sivîl li Idlibê û derdora wê dimînin.

XS
SM
MD
LG