Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Sûriyê Soza Berdewamiya Helmeta Idlibê Dide


Artêşa Sûriyê îro Yekşemê soza berdewamiya helmeta leşkerî ya dijî serhildêran da, piştî kontrolkirina navçeyên berfereh li bakurê rojavayê welêt.

Rûsya, di vê operasyonê de bi xurtî piştgiriya hêzên hikûmeta Sûriyê kir û şerê berdewam ê wan navçeyan bû sedema têkçûna agirbesta ku Rûsya û Tirkiyê sala 2018an îmze kiribûn.

Pêşketina hêzên Sûriyê her wiha bû sedema kirîzeke mirovahî li herêmê. Ji meha Berçile ve, nêzîkî 600,000 kes ji malên xwe reviyan û piraniyan wan li ser sînorê Tirkiyê li cihên vekirî dijîn. Tê gotin ku nîva penaberan zarok in.

Peyvdarê artêşa Sûriyê general Elî Meyhûb di daxuyaniyekê de ku ajansa nûçeyan a dewletê belav kiribû, got hêzên hikûmetê pêşketinên stratejîk di van rojên dawî de qezenc kirine.

Wî got artêşa Sûriyê herêmeke cografî ya bêhtirî 600 kîlometrên çargoşe û bi dehan gund û bajarok kontrol kirine.

Tirkiyê bi sedan erebeyên leşkerî û hêzan derbasî Idlibê kirin wek piştgirî ji hêzên serhildêr re.

Meyhûb got hemî hewlên piştgiriya opozisyona çekdar wê têk biçin.

XS
SM
MD
LG