Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhilldêrên Sûrî Sê Îrîşan li Rojavayê Helebê Pêk Tînin


Çekdarên opozisyona Sûrî îro Şemiyê herî kêm sê êrîş bi otombêlên bumbekirî li dijî hêzên hikûmetê li rojavayê bajarê Helebê pêk anîn.

Êrîşên serhildêran tên wek bersiva pêşketinên hêzên aliîgirên hikûmeta Sûriyê û kontrolkirina wan hin navçeyên herêmê.

Vê hefteyê hêzên hikûmetê bi piştgiriya hêza esmanî ya Rûsya pêşketinên berbiçav qezenc kirin û bajarê Maaret Nuiman kontrol kir, wek beşek ji hewildana ewlekirina riya sereke ya di navbera Helebê û Dîmeşqa paytext de.

Herêma bakurê rojavayê Sûriyê, di nav de jî parêzgeha Idlibê û hin navçeyên Helebê, ew navçeyên herî dawî yên serehildêrên Sûrî ne, ku serokê welêt Beşar Esed dixwaze wan vegerîne bin kontrola xwe.

Tê zanîn bajarê Helebê ji sala 2016an ve bi temamî vegeriyaye bin destê hikûmetê.

Êrîşên gurûpa Desteya Rizgarkirina Şamê li nêzîkî herêma Al-Zehrai a Helebê bû û jêderên serhildêran got ew li dijî “dagîrkeriya Îranê” bû

XS
SM
MD
LG