Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daişê li Parêzgeha Humsê 68 Kes Kuştin


Hejmara Qurbaniyên êrîşa Daişê li navçeya Sexne ya gundewarê Humsê gihîşt 68 kesan.

Rêvebirê Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê Ramî Ebdulrehman got, "Di êrîşê de 61 sivîl û 7 serbaz hatin kuştin."

Li gorî çavdêrîyê, di nav 7 serbazên rejîmê de efserek jî hebû.

Êrîş di dema komkirina kivkarikan de ji aliyê welatiyan ve, pêk hat.

Li gorî çavdêran, herêma ku êrîş tê de çê bûye, li jêr kontrola şaneyên razayî yên DAIŞê û girûpên ser bi Îranê ve ye, çendîn car jî hişyarî ji bo welatiyan tê dayîn ku ew dever metirsîdar e.

Rojnamevan Zana Elî ji Reqayê dibêje ku li wê deverê hêzên hikûmeta Sûriyê tune ne û endamên rêjîmê tevlî welatiyan ji bo debara jiyana xwe li kivkarikan digeriyan.

Li gorî pisporan, piştî erdheja ku li Tirkiyê û Sûriyê qewimî, DAIŞê derfetek ewlehî dît ku çalakiyên xwe xurt bike û êrîşan li Sûriyê pêk bîne.

Birêz Elî di berdewamiya gotina xwe de destnîşan kir ku DAIŞ dixwaze bide xuyakirina ku ew badîya Sûriyê control dike.

Di 12 vê mehê de çekdarên DAIŞê 75 kes ji biyabana Tedmurê revandin, li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, 16 kes ji wan hatin kuştin û yên mayî çarenûsa wan heya niha ne diyar e.

Di Mijdara sala borî de çaremîn xelîfeyê DAIŞê yê bi navê Ebû Hesen Elhaşimî li parêzgeha Derayê hat kuştin û piştre rêxistina DAIŞê, Ebû Huseyn Elhuseynî weke xelîfeyê nû destnîşan kir.

XS
SM
MD
LG