Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSDê Li Hesekê 16 Çekdarên Daişê Digire


Roja Yekşemê 25ê Şubatê Hêzên Sûriya Demoratîk (HSD) got ku di operasyoneke taybet de hêzên wan 16 çekdarên şaneyên Daişê li parêzgeha Hesekê girtin.

HSDê bi daxuyanîyekê ku li ser malpera xwe weşand, eşkere kir ku ew operasyon di 22 vê mehê de pêk hat.

Li gorî agahîyên ku Dengê Amerîka bidest xistin, çekdarên Daişê yên hatin girtin ne ji herêma Bakur û Rojilatê Sûriyê ne.

Berpirsê ragihandina HSDê Ferhad Şamî ji Dengê Amerîka re got ku operasyon di heman demê de li Hesekê û gundewarê wê pêk hat.

"Di encamê de 16 çekdarên Daişê û alîgirên wan hatin girtin. Di nav wan de 2 çekdarên xeter hebûn," Şamî got.

Ferhad Şamî
Ferhad Şamî

Wî got ku "van şaneyan di êrîşên xwe de çekên bêdeng bikar dianîn. "

Roja 9ê vê mehê koalisyona navnetwî ya şerê dijî Daişê raporta xwe ya çarîka dawî ya sala 2023an li dor Daişê weşand.

Koaliyonê di raporta xwe de amaje bi êrîşên Tirkîyê li ser HSDê kir û got:

"Êrîşên Tirkiyê li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk hîşt ku Daiş êrişên xwe li rojhilatê Sûriyê zêde bike."

Operasyona HSDê ya 22 vê mehê û girtina 16 çekdar û alîgirên Daişê li gorî şopîneran nîşaneyeke çalakbûna Daişê ye.

XS
SM
MD
LG