Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavdêriya Sûrî: Daiş Bajarokê el-Qeryeteyn Dorpêç Dike


Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye îro Yekşemê ragihand ku Daiş li parêzgeha Homsê bajarokekî bin destê hikûmetê dorpêç kir di çarçoweya şerekî de, di demekê de ku rastî fişareke mezin dibe li rojhilata welêt.

Artêşa Sûrî, ta niha çi şîrove pêşkêş nekirin e li dor ketina bajarokê el-Qeryeteyn, ku 300 kîlometir ji bajarê Dêrazorê dûr e.

Hêzên hikûmeta Sûriyê şeş mehan berê ev bajarok ji bin deste Daiş rizgar kir.

Çavdêriya Sûrî dibêje jîhadiyan ji nişkave bajarok dorpêç kir piştî ku çekdarên wan derbasî nav bajarok bûn.

Tê zanîn, hêzên hikûmeta Sûriyê bi piştgiriya Rûsya û Hêzên Sûriya Demukrat bi piştgiriya Amerîka du helmetên ciyawaz li dijî Daiş li parêzgeha Dêrazor û derdora wê birêve dibin.

XS
SM
MD
LG