Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêveberiya Xweser 9 Zarok û 4 Jinên Malbatên DAIŞê Radestî Albaniyayê Kirin


Roja Înê, 27ê gulanê, desteya pêwendiyên derve ya Rêveberiya Xweser li bakurê rojhilatê Sûriyê hejmarek jin û zarokên malbatên çekdarên DAIŞê radestî şandeke Albanî kir.

Desteya pêwendiyan li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kir ku şandeke hevbeş ji hikûmeta Albaniya û Kosovo, serdana bakur û rojhilatê Sûriyê kir.

Li gorî desteya pêwendiyan, 9 zarok û 4 jinên ku nasnameya wan Albanî ye, bi belgeyeke fermî, ji bo şandeyê hatin radestkirin.

Her wiha şand bi berpirsên Rêveberiya Xweser re civiya, astengiyên li pêş Rêveberiya Xweser û erka civaka navdewletî derbarê doseya terorê, gotûbêj kirin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di Tîrmeha sala borî de Rêveberiya Xweser 19 zarok û jinên Albanî radestî nûnerên hikûmeta Albanyayê kirin.

Her wiha di cotmeha sala 2020an de Rêveberiya Xweser jinek û çar zarokên albanî ku ji malbatên DAIŞê yên li kampa Holê bûn, radestî nûnerên Albaniyayê kirin.

Li gorî amarên fermî, di navbera 2012 û 2014an de, 144 Albanî ji bo şer hatine Sûrî û Iraqê, li gorî xizmên wan ên li Albanyayê, gelek ji wan di şer de hatine kuştinê, jin û zarokên wan jî li kampên bakur û rojhilatê Sûriyê yên jêr desthilata Rêveberiya Xweser, dimînin.

XS
SM
MD
LG