Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: Gefa Nûgeşbûna DAIŞê Li Sûrîyê Zêde Dibe


Êrîşên rêxistina DAIŞê di dema borî de li Sûrîyê zêde bûne, ku ev yek gefa jinûvegeşbûna vê rêxistina terorîst dîsa derdixe holê.

Raporteke rêxistina The Counter Extremism Project (CEP), ragihand ku DAIŞê di meha Adarê de 69 êrîş li herêma Badîyê pêk anîne, di van êrîşan de 84 leşkerên rêjîmê û 44 sivîl hatine kuştin.

Li gor raportê êrîşên li herêma Badîyê, ku li naverasta Sûrîyê ye û di bin destê rejîmê de ye, yên herî bilind in ji sala 2017an ve dema ku DAIŞê êdî kontorl li ser erdê ji dest dide.

Rojnamevan Osama El-Xelaf ji bajarê Reqayê dîyar dike ku DAIŞê sûdê ji rewşa keşûhewayê û erdnigarîya Badîyê digire jibo berdewamîya êrîşên xwe.

Wî got, “Rêxistina DAIŞê bi rêya van êrîşan dixwaze propagandayê li hember alîgirên xwe çêke, ku hîn heye û dikare endaman tevlî xwe bike, me dî ku di meha Remezanê de gelek pere jibo malbatên wê li kampa Holê hatin şandin…Îcar DAIŞ dixwaze ji hêzên ser erdê re nameyekê bişîne ku ew hîn zindî ye, ku piranîya şane û endamên wê weke gurên tekane tevdigerin”.

Her di vê derbarê, raporteke Rojava Information Center (RIC), ragihand ku DAIŞê li bakur rojhilatê Sûrîyê jî di meha Adarê de 27 êrîş pêk anîne, di encamê de 10 endamên hêzên leşkerî û ewlekarîyê cane xwe ji dest dane û 13 jî birîndar bûne.

Hewiha Hêzên Sûrîya Demokratîk û Asayîşê 7 serdegirtin pêk anîne, tê de 6 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 31 hatine desteserkirin.

Li ser sedemên zêdebûna êrîşên DAIŞê, çalakvanê sîyasî Enes El- Merfûh ji Dêrazorê, dibîne ku rejîma Sûrî nikare şerê DAIŞê bike, herwiha Rûsya, Îran û Tirkîyê tevlihevîyan çêdikin û dixwazin sûdê ji hebûna DAIŞê bigrin.

“Ev her sê alî DAIŞê û komên din yên tundrê weke amûr bikar tînin, jibo çêkirina fişaran daku kontrola rejîmê firehtir bikin. Egera ku tiştekî wiha biqewime pir bilind e û metirsîdar e, çi di çaroveya alozîya Sûrî de yan vegera DAIŞê, bi taybetî eger Amerîka xwest ji bakur rojhilata Sûrîyê vekişe,” El-Merfûh got.

Fermandarîya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM)ê jî roja Şemîyê ragiahad ku wan bi hevkarên xwe re anku Hêzên Sûrîya Demokratîk û Hêzên Ewlekarîyê yên Îraqê, din 3 mehên destpêka vê salê de, 94 çalakî pêk anîne, 18 endamên DAIŞê kuştine û 63 jî desteser kirine.

CENTCOM dîyar dike ku DAIŞ gefeke navherêmî û navnetewî ye û 2,500 endamên DAIŞê li Sûrîyê û Îraqê çalak in, ku Amerîka û hevkarên xwe pabendî têkbirina mayînde ya vê rêxistinê ne.

Akademîsyan û lêkolerê sîyasî Îbrahîm Mislim balê dikşîne ku jibo têkbirina DAIŞê pêdivî bi xebateke wiha heye.

Wî got, “Welatên weke Sûrîyê û Îraqê, lawaz in, grûpên çekdar sûdê ji rewşa ne aram û hizra tundrê dibînin û li van welatan çalak dibin, eger me xwest teror dawî bibe divê çareserî li van welatan werin dîtin, herwiha divê bendek ji welatên piştgirîya vê hizra tundrê dikin, weke Qeter û Tirkîyê re, were danîn”.

Hêjayî bîrxistinê ye ku rêxistina DAIŞê li pêgaha wê ya dawî li Baxozê sala 2019an li ser destê Hêzên Sûrîya Demokratîk bi piştevanîya Koalîsyona Navnetewî hatibû têk birin.

Ji wê demê de nêzî 10 hezar çekdarên DAIŞî li zindan û girtîgehên HSDê de tên desteser kirin, herwiha bi deh hezaran kes ji malbatên DAIŞê li her du kampên Hol û Roj li bakur rojhilata Sûrîyê dimînin.

Tevî bangewazîyên berdewam yên HSD û Rêvebirîya Xweser ji welatên ev DAIŞî jê ne, lê hîn jî ev mijar bêçare maye, pêre jî çavdêr hişyarîyê ji geşbûna DAIŞê didin.

Raporta Deng/Newroz Reşo
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:34 0:00

XS
SM
MD
LG