Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komcivîneke Navnetewî li dor Daişê li Sûriyê Tê Lidarxistin


Roja şemiyê li bajaraê Amûdê xebatên yekemîn komcivîna navnetewyî ya der bare Daişê de li dar ket.

Gelek lêkolîner û diplomat û rojnamegerên Amerîka û dewletên Ewropî û Erebî beşdarî vê komçivînê bûne.

Ev komcivîn ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk ve (NRLS), li jêr nave (Rehend, astengî û stratejiyên rûbirûbûnê) hatiye birêxistinkirin.

Leyla Siwar endama komîteya amadekar ji Dengê Amerîka re da zanîn ku kar û xebatên vê komçivînê li ser sê rojan dabeşkirî ye.

Û amadekarîyên vê xebatê berîya 4mehan dest pê kiribû.

Lêkolînerên ku peşdarbûne nêzîkî 70 lêkolîner in, pirranîya wan ji ewropa ,Amarîka , Erebîya Sûdî û dewletên herêmî .

Endama komîteya amadekar dîyar kir ku armanc ji vê komçivînê ew e peydakirina çareserîyekê bo çekdar û malbatên Daişê ye.

Dr. Azad Elî, lêkolîner û sernivîserê kovara Hiwar ji Dengê Amerîka got ku pêwîst e bingeheke rast bo lihimberderketina terora Daişê bê avakirin.

Her wisa Dr. Azad da zanîn ku pêwst e dewletên navneteweyî pirojeyên demdirêj bo rêlibergirtina fikrê Daişê li herêmên bakur û rojhilatî Sûryayê bêne amadekirin.

Di roja duyem de jî maseyên gengeşekirinê yên der barê terora Daişê de ji mile dîrokî ve hatin gotûbêjkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku lêkolînên hatine pêşkêşkirin bo vê komcivînê dê di pirtûkekê de bêne komkirin û dê bibe mîna pêşinyarekê bo dewletên navnetewyî.

Komcivîna Amûda
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:06 0:00

XS
SM
MD
LG