Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Sûriyê Hejmarek Çekdarên Daişê ji Zîndanê Direvin


Medya dewleta Sûriyê û berpirsên hêzên Kurdên Sûriyê dibêjin 7 çekdarên Daişê ji zîndaneka biçûk a bakurê rojhilatê Sûriyê reviyan. 4 ji wan careke din hatin girtin.

Ajansa Sûrî ya nûçeyan SANA got çekdar ji zîndaneka nêzîkî kampa Holê reviyan, cihê ku bi hezaran jin û zarokên çekdarên Daişê û her wiha bêşûnûwarbûyên Sûrî û penaberên Îraqî lê dimînin.

Peyvdarê hêzên Sûriya Demokrat(HSD) Mervan Qamîşlo jî heman nûçe ragihand.

Zîndan ji kampê veqetî ye.

Desthilatdarên Kurd niha bêhtirî 24 girtîgehan li seranserî bakurê rojhilatê Sûriyê bi rê ve dibin, ku dora 10,000 çekdarên Daişê vedihewînin.

Di nav wan de 2,000 çekdarên biyanî hene, ku welatên wan wergirtina wan red dikin. Ji wî du hezarî jî 800 çekdar Ewrupî ne.

Qamîşlo got Hêzên HSDê 4 ji wan çekdarên reviyayî girtin û hîn li yên mayî jî digerine. Wî nasnameya çekdarên reviyayî diyar nekir.

Demekê berê vê mehê hin girtiyên Daişê di zîndaneke bajarê Hesekê de serî hilda û zîndan bo çend demjimêran kontrol kir, ta ku hêzên Kurdî bi riya goftûgoyan ew serhildan bidawî anî.

XS
SM
MD
LG