Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mayînên Daişê li Sûriyê 20 Kesan Dikujin


Ajansa Sûrî ya nûçeyan got mayînên ku gurûpa terorîst Daişê li dû xwe hîştî îro Yekşemê bi vanekê de teqiyan û di encamê de bêhtirî 20 kesan jiyana xwe jidest da.

Ajansa SANA got teqîn li nêzîkî navenda bajarokê Selemiye bû, cihê ku demekê berê vê mehê teqîneke din bibû û di encamê de 7 kesan jiyana xwe jidest dabû.

SANA got karmendên ku di teqînê de hatinî kuştin diçûn berhevkirina Kimiyan li beyabanê.

Daiş ji tevahiya navçeyên ku berê kontrol dikirin hatiye derxistin, lê çekdaran bumbeyên çandî li gelek deveran li dû xwe hîştine ku divê bên paqijkirin.

Derdora 300 çekdarên Daişê niha li gundekî biçûk li rojhilatê Sûriyê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokrat ve hatine dorpêçkirin.

XS
SM
MD
LG