Çavdêriya Sûriya mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye got ku êrîşeke esmanî ya Israîlî li ser Dîmeşqa paytexta Sûriyê roja Yekşemê 15 kes kuştin û ziyaneke mezin gihand avahiyekê li navçeyeke ku gelek ajansên ewlehiyê yên dewletê tê de ne.
Rêvebirê Çavdêriyê Ramî Ebdulrehman got ku sivîl, di nav de du jin, di nav wan kesan de ne ku di "êrîşa herî kujer ya Îsraîlî li paytexta Sûriyê de" ji destpêka şerê navxweyî ve, hatine kuştin.
Êrîşê bi şev rêyek xirab kir û avahîyeke 10 qatî li taxa Kefer Sûsa, ku karbidestên payebilind ên dewletê û baregehên îstixbarata Sûrî lê dijîn, hilweşand, li gor Çavdêriyê.
Çavdêriyê her wiha anî ziman ku jinek li navçeya Mazraa hat kuştin, renge di encama bikaranîna cebilxaneyên Sûrî yên dijî firokan de be.
Tavilê ne diyar bû ka armanca êrîşê kî bû. Nûçegihanên AFP ragihand ku êrîşê bajar hejand û çalek di kolanê de hişt, û camên avahiyên derdorê jî şikandin.
Çavdêriya ku pala xwe dide ser toreke berfireh ji çavkaniyên li hundirê Sûriyê, got hin mûşekên din bi şev embareke ku ji aliyê çekdarên Îranî û Hizbullah yên alîgirên rejîmê ve tê bikaranîn li nêzîkî Şamê kirin armanc.
Wezareta berevaniyê ya Sûriyê şeva borî êrîşa Kefer Sûsa piştrast kir û hejmara seretayî ya kuştina 5 kesan ragihand, di nav wan de serbazek, û 15 sivîl birîndar bûn, ku rewşa hinekan giran e.
Demek kin piştî nîvê şevê "dijminê me Israîlî êrîşeke esmanî ji ser bilindahiyên Golanê yên dagirkirî pêk anî û çend dever li Şamê û derdora wê kirin armanc, di nav de taxên rûniştinê".
Wezaretê di daxuyaniya xwe de got, hêzên berevaniya Sûriyê "çend mûşek xistin xwarê".
Peyvdarê artêşa Îsraîlê roja Yekşemê got "Îsraîl li ser nûçeyên medya biyanî şîrove nake".
Çavkanî: AFP