Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûriyê Dibêje Wê Mûşekên Ku Îsraîlê Avêtibûn Gundewarê Şamê Xistin Xwarê


Wêne ji Arşîfê ye
Wêne ji Arşîfê ye

Artêşa Sûriyê got ku berevaniya esmanî ya Sûriyê mûşekên Îsraîlî li gundewarê Şamê xistin xwarê, di êrîşa duyem a kêmtirî rojekê de.

Artêşê di daxuyaniyekê de ragihand ku êrîşên esmanî ji aliyê Girên Golanê yên dagîrkirî ve hatine avêtin û "hin ziyanên madî" bûne.

Roja Înê, Sûriyê gotibû ku berevaniya esmanî ya wê du dron li rojavayê Şamê xistine di dema êrîşekê de ku ew jî ji bilindahiyên Golanê hatibûn avêtin. Lêbelê, wê bi eşkereyî Îsraîlê bi berpirsiyariya wê bûyerê tawanbar nekir.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku ew li ser nûçeyên medyaya biyanî şîrove nakin.

Ji Kanûnê ve, êrîşên Îsraîlî zêdetirî şeş serkirdeyên Pasdarên Şoreşa Îranê kuştine, di nav de generalekî payebilind ê îstixbaratê.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG