Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

UN Dibêje Alîkarî Gihîştine Kobanîyê, lê Xelk Gazina Kêmbûna Wan Dike

Kobani
Kobani

Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ji bo Hevrêzîya Karûbarên Mirovî (OCHA) îro ragihand ku wan vê hefteyê karwanekî din ê alîkarîyên mirovî gihandîye Kobanîyê.

Ofîsê li ser platforma xwe ya X’ê UN Humanitarian got ku wê”Karwanekî duyemîn bi hevkarên xwe re û bi hevrêzîyeke nêzîk li gel berpirsên xwecihî gihandiye Eyn-El-Ereb.”

Wê anî ziman ku heta niha, 52 kamyonên alîkarîyên mirovî yên Jiyan-rizgarkirinê, di nav de jî xwarin, pêdivîyên bijîşkî, klînîkeke gerok û sotemenî ji bo nexweşxaneyan û tilimpekirina avê, gihandine.”

Lê rûniştvanên bajêr dibêjin ev cûre alîkarî pir sînordar in û tenê têra derbiderên ku li bajêr dimînin jî nakin.

Zîyad Îbrahîm, ku mamosteyê zanîngehê ye û li nava bajêr rewşa xelkê derbider ji nêzîk ve dişopîne, di peywendîyeke telefonî de li gel Dengê Amerîkayê got ku,”tenê 25 ji sedî ji wan alîkarîyan li derbideran hatine belavkirin.”

Îbrahîm dibêje ku alîkarî bi rêya Heyva Sor a Kurdî li bajêr têne belavkirin û “piranîya alîkarîyan madeyên paqijkirinê ne, di demekê de ku pêwîstîya derbideran niha bêhtir bi xwarinê heye.”

Îbrahîm bal kişand ser dorpêçkirina bajêr a ku ev bû sê hefte ne li dar e, û got ku ew nizanin sedem çîye? Kesên ku dixwazin ji bajêr derkevin, dikarin bi hêsanî derkevin, lê yên ku derbasî bajêr dibin rastî lêpirsînê tên.”

Ziyad Ibrahim
Ziyad Ibrahim

Di encama dorpêçê de, rûnişvanên Kobanîyê rastî nebûna sotemenî, eliktirîk û internetê hatine.

Çalakvan dibêjin nebûna avê bûye sedema belavbûna nexweşîyan di nav bajêr de.

Bextîyar Hisên ku pisporê nexweşîyên giştî ye dibêje ta niha 22 zarok bi nexweşîyên girêdayî zik û rovîyan ketine.

Bakhtiyar Hussain
Bakhtiyar Hussain

Wî ji Dengê Amerîka re got ku hejmara mezin a derbideran li dibinstan û dezgehê bajêr rewşeke pir xerab a tenduristî derxistîye pêş.

Ji bo wergirtina bersiva alîyê hikûmeta demkî ya Sûrîyê li dor vê dorpêçê, Dengê Amerîka hewl da ku peywendîyê bi berpirsên Şamê re bike lê ta amadekirina vê raportê bersiv nebû.

XS
SM
MD
LG