Şêwirmendê Serokatîya Sûrîyê Mazlûm Ebdî îro Sêşemê li Hewlerê ragihand ku jibo yekîtîya neteweyî ya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê wê di demeke nêzîk de gavên nû werin avêtin.
Mazlûm Ebdî beşdarî Foruma salane ya MERI bû, ku ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên Rojhilata Navîn ve tê darxistin, û îro di panela dawî ya forumê de axivî.
Ebdî di axaftina xwe de yekitîya Kurdan wekî mijareke stratejîk nirxand û got: “Heta em nebin yek, em nikarin mafên xwe bi temamî werbigirin.”
Ebdî di panelê de destnîşan kir ku mafên Kurdan û peymanên bi Şamê re divê di destûra nû ya Sûrîyê de werin garantî kirin.
Wî bang li Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûrîyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kir ku destkeftiyên Kurdan biparêzin. Ebdî got ku peymanên ku bi Şamê re hatine îmzekirin li ser navê Kurdan in û destkeftiyên wan, yên hemû Kurdan in.
Fermandarê Giştî yê berê yê HSDê, Konferansa Kurdan a 26’ê Nîsanê wekî gaveke erênî nirxand û got ku ew ê hewlên jibo yekîtîya Kurdan berdewam bikin.
Li gor Ebdî, Şamê beşdarîya komên din ji bilî HSD’ê di gotûbêjan de qebûl nekiriye. Wî got ku entegrasyon neh mehin didome, lê beşdariya Kurdan di rêveberiya navendî de hîn kêm e.
Hevdîtina bi Nêçîrvan Barzanî re
Ebdî li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re jî hevdîtin kir. Li gor daxuyanîya Seroktîyê, Ebdî û Barzanî rewşa Sûrîyê û Kurdan nirxandine û girîngiya aştî û aramîyê destnîşan kirine.
Barzanî piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo Sûrîyeke aştiyane û aram, ku mafên Kurdan û hemû pêkhateyên din tê de werin parastin, dubare kir. Wî herwiha girîngiya xurtkirina têkilî û hevkarîya di navbera Îraq, Herêma Kurdistanê û Sûrîyê de destnîşan kirîye.
Ebdî jî jibo piştgiriya mafên Kurdan sipasîyên xwe anîye ziman.
Ebdî di serdana xwe ya Hewlêrê de bi Mesûd Barzanî, Bafil Talebanî û Tuncer Bakirhan re jî hevdîtin kir.Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Mezlûm Ebdî kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, îro pêşwazî li Mezlûm Ebdî, şêwirmendê Serokatiya Komara Sûriyê, kir.
Di civînê de, her du aliyan li ser pêşketinên li Sûriyê û herêmê nêrînên xwe parve kirin.
Her du aliyan tekezî li ser girîngiya parastina aşitî, ewlehî û aramiya li Sûriyê, her wiha parastina mafên Kurdan û hemû pêkhateyên din kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Pêşwazîya Mezlûm Ebdî kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, roja Sêşemê pêşwazî li Mazlûm Ebdî, şêwirmendê Serokatiya Komara Sûriyê, kir.
Di civînê de, her du aliyan li ser pêşketinên li Sûriyê û herêmê nêrînên xwe parve kirin.
Her du aliyan tekezî li ser girîngiya parastina aşitî, ewlehî û aramiya li Sûriyê, her wiha parastina mafên Kurdan û hemû pêkhateyên din kirin.
Mazlûm Ebdî ku berê serfermandarê Hezên Sûrîya Demokratîk, HSD’ê bû, di 25’ê Tebaxa 2026’an de hilweşîna HSD’ê ragihand û di 27ê Tebaxê de, ji alîyê serokê Sûrîyê Ehmed Şeri', wek şêwirmendê serokatîye hat erkdar kirin
Foruma salane ya MERIyê, ku ji alîyê Enstîtuya Lêkolînên Rojhilata Navîn ve tê darxistin, 12–13ê Cotmehê li Hewlêrê rêberên siyasî û dîplomatên herêmî û navneteweyî anîn cem hev. Ewlehî, pirsgirêkên Kurdan, siberoja Îraqê, pêvajoya aştîyê li Tirkîyê, û rewşa siyasî ya li Sûrîyê di nav mijarên sereke yên forumê de bûn.