Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mecîd Mihemed: Amerîka Rê Nade Tirkiyê Ji Bo Destêwerdaneke Leşkerî li Sûriyê


Wezîrên Berevaniya Tirkiyê û Amerîka
Wezîrên Berevaniya Tirkiyê û Amerîka

Di kombûna NATO de ya îro Şemiyê de li Biroksilê, wezîrê berevaniya Tirkiyê Hulusi Akar ji wezîrê berevaniya Amerîka Jim Mattis re got, ku hikûmeta wî ne razî ye li ser plana Amerîkî ya avakirina xalên çavdêriya hevbeş li ser sînorê Tirkiyê bi Sûrî re, û piştgirtina Amerîka ji Hêzên Sûriya Demokrat re.

Di derbarî vê mijarê de Dengî Amêrîka hevpeyvînek bi rojnamevan Mecîd Mihemed re kir.

Rojnamevan Mecîd di derbarî helewesta Tirkiyê û gefên wê li ser Kurdên Sûriyê got:

"Tirkiyê li dijî her pilanek Kurdîye li Sûriyê, ji ber wê jî ew gefên tund li Kurdên Sûriyê dike bi destwerdanek leşkerî li herêma rojhilatê Çemê Feratê, lê ew ji gefan pê ve nikare tiştekî din bike."

Her wiha jî, wî li ser helwesta Amerîka di derbarî Kurdên Sûriyê de got, ku Amerîka ne bi hesanî dikare dest ji Kurdên Sûriyê berde, û dibe ku pilanek siyasî di siberojê de hebe ji bo rewşa Kurdên Sûriyê.

Hevpeyvîna Mecîd Mihemed-11-24-2018-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:10:23 0:00

XS
SM
MD
LG