Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Demkî yê Sûriyê Ehmed Şer'i Pêşwazî li Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed Kir

Civîna Serokatîya Sûriyê li Şamê bi Fermandarê HSD'ê Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed re
Civîna Serokatîya Sûriyê li Şamê bi Fermandarê HSD'ê Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed re

Çavkaniyên agahdar ji bo Dengê Amerîkayê (VOA) piştrast kirin ku îro Sêşemê civînek di navbera berpirsên Sûriyê bi serokatîya serokê demkî Ehmed Şeri' û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk, Mezlûm Ebdî, û Îlham Ehmed, berpirsa pêwendiyên derve yên Rêveberiya Xweser, pêk hatiye.

Li gorî çavkaniyan, di civînê de li ser dawî pêşketinên pêvajoya yekgirtin û entegerasyonê ya hêzên HSD di nav sazî û dezgehên hikûmeta Sûriyê de gotûbêj hatin kirin.

Her wiha sedemên hêdî birveçûna pêvajoyê, astengî û mijarên ewlehî û siyasî yên girêdayî çareseriya di navbera Şam û HSDê de hatin gotûbêj kirin.

Ajansa Nûçeyan a Sûriyê SANA got; "4ê Tebaxê Serok Ehmed el-Şar'i roja Sêşemê li Koşka Gel a Şamê pêşwaziya Mezlûm Ebdî kir da ku li ser temamkirina pêkanîna peymana 29ê Çile û pêşvebirina pêvajoya entegrasyonê di nav saziyên dewletê de nîqaş bikin."

Di civînê de Wezîrê Derve Esed Hesen el-Şeybanî û Parêzgarê Dêrezorê Ziyad el-Ayiş amade bûn.

Herdu aliyan pêşketinên li ser peymana ku di 29ê Çile de hatiye îmzekirin, ku entegrasyona HSDê di nav saziyên dewletê de.

Ev civîn piştî çend demjimêran ji serdana serokê Herêma Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî bo Şamê tên. Barzanî li ser X'ê got ku Herêma Kurdistanê piştgirîya Sûrîyeke aram û yekgirtî dike, ku tê de mafên hemû komên etnîkî û olî bên parastin.

Ji alîyê xwe ve Mezlûm Ebdî serdana Barzanî bo Şamê wekî "dîrokî" bi nav kir û li ser platforma Xê got: "Em piştrast in ku ev serdan dê bandorek erênî li ser aramiya Sûriyê û çareserkirina pirsgirêka Kurd li herêmê bike."

Hêjayî gotinê ye ku hin encam ji civîna Sêşemê ya herdu alîyan li Şamê hatine weşandin, lê Dengê Amerîka ji alîyê xwe ve nikarî wan encaman piştrast bike.

This item is part of
XS
SM
MD
LG