Rêveberîya xweser li kantona Cizîrê di rêya 4 navedên ser asta Cizîrê dest bi kirîna Pembû ji cotkaran kir.
Li Hesekê navenda komkirina Pembo û kirîna wê ta dema amadekirina vê raporê 6 hezar ton pêşwazî kir ye.
Rêveberê navenda Hesekê ya kirîna Pembo, Raman Ebidelxefûr ji Dengê Amarîka re got:
“Ta niha me 6 hezar ton ji çotkaran kirî ye.”
Çandinîya berhema Pembû li herêma Cizîrê ji destpêka alozîya Sûrî ve hatibû rawestandin.
Li gorî cotkaran ku pêdivîya çandinîya Pembû ji sûtemenîyê û tov û semad di salên alozîyê de ne berdest bûn.
Pembû yek ji berhemên herî stratîjîke li herêma Cizîrê.
Ji bo agahiyên zêdetir fayla deng veke