Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Emîna Omer: Pirojeya MSDê Niştîmanî ye


Emîne Omer
Emîne Omer

Ji bo nirxandina tevgera MSDê û encamên hevdîtinên wê li gel aliyên siyasî, Hevseroka Meclisa Sûriya Demokartîk (MSD) Emîna Omer, ji Dengê Amerîka re axivî.

Di destpêka axaftina xwe de hevseroka MSDê diyar kir ku ew dixwazin bi hemû aliyên Sûrî re danûstandinan bikin û nerînên cuda bigihînin hev.

Omer got,"MSD pirojeyeke sûrî ye niştîmanî ye, danûstandinên me bi hemû kesayet û hêzên demokratîk re hene, birojeya me demokratîk e, bingeha wê diyaloga Sûrî-Sûrî ye, em dixwazin bi hemû aliyên opozisyonê re danûstandinê bikin, da ku em nerînên xwe bigihînin hev, û bi hev re bigihêjin kongireke Sûrî giştî".

Birêz Omer di hevdîtinê de tekez kir ku ew bi gelek aliyên navdewletî re civiyane û civînên wan berdewam in.

"Me gelek nîqaş bi Amerîka û Siwêd re kir û hemû aliyên diblomasî yên ku em wan dibînin em bi wan nîqaş dikin, ku ev pirojeya me heye ji bo statuyeke siyasî nû were avakirin, civînên me yên ku li Stokholmê nûnerê Siwêdê û yê Amerîka û îtalya hazir bûn, sê komcivîn li Stokholmê çêbûn û gelek kesayet lê hazir bûn, di vê diyakogê de hem nasnameya niştînanî, hem jî mijara nenavendî dihatin gengeşe kirin".

Ji bo lihevkirina hemû aliyên Sûrî, hevseroka MSDê dibêje ew bi hikûmeta Sûriyê û platformên opozisyonê re danûstandin kirine.

"Berî niha jî hevdîtinên me bi rêjîmê re hebûn û berdewam in, hevdîtinên me hêzên demokratîk re hene, li aliyekî din em bi platformên opozisyonê re weke platforma Mosko, û Qahîra danûstandin dikin, em vekirî ne ji bo diylopga Sûrî-Sûrî bi hemû aliyan re, dema ku em bi rêjîmê re diyalogê vekin yan bi opozisyonê re, nayê wê wateyê ku li hesabê aliyekî be, armanca me ya sereke ew e ku bi rêya diyalogê em bigihêjin rêkeftinekê ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyê".

Derbarê danûstandina MSDê bi Tirkiyê re, Omer da zanîn ku ew ji bo yekê vekirî ne, lê niha ji ber gef û êrîşên Tirkiyê li ser deverê atmosfer ne guncaw e.

"Ji derveyî diyaloga sûrî-sûrî em ji hemû kesî re vekirî ne, bi Tirkiyê re jî em vekirî ne, em dikarin yekser diyalogê bikin, ji ber ku pirsgirêkek heye divê em li hev rûnin û van pirsgirêkan çareser bikin, lê niha ji ber rewşa gef û êrîşên Tirkiyê li ser me dem ne guncaw ku diyalogek bi vî rengî dest pê bibe. Em ti carî nebûne gef ji bo Tirkiyê. Em li têkiliyên cîrantiyê yên baş digerin, em naxwazin têkiliyên xerab çêbibin, em di herêmên xwe de ne û oirojeya me heye, em ti carî nabin jêdera gefê, lê mixabin Tirkiyê vê yekê berovajî fêm dike."

Di dawiya axaftina xwe de, birêz Omer bal kişand ser rola Rûsyayê weke sponserê diyaloga bi rêjîmê re û got ku divê Rûsya fişarê li hikûmeta Sûriyê bike.

"Dema ku diyalog çêdibe, Rûsya dide xuyakirin ku ew bi diyaloga sûrî sûrî û diyaloga bi rêjîmê re ye, lê belê li milekî din em dibînin ew ne cidî ye, ew dixwazin bêhtir nameya bişîne ji emerîkiyan re di rêya MSDê û Rêveberiya Xweser re, ew destpêşxeriyê dikin lê ne cidî ne û nabin serî, gerek ew sponserê vê diyalogê bin û fişarê li aliyê rêjîmê jî bikin, lê heya niha me ev nedîtiye".

Tê zanîn Hezên Sûriya Demokrat ku ji pêkhateyên herêmê yên Kurd, Erab, Xirsityan pê tê, gelek herêm ji kontrola DAIŞ'ê rizgar kirine, Meclisa Sûriya Demokrat weke baskê siyasê yê Hêzên Sûriya Demokrat tê naskirin.

Kongireya damezrêner a MSDê li bajarê Dêrikê, Bakurê Rojhilatê Sûriyê, di 9ê Kanûna yekem sala 2015 de hate lidarxistin.

Raporta Deng/Zana Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:06 0:00

XS
SM
MD
LG