Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

MSDê Amadekariyên Kongireke Niştîmanî bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dike


Kombûneke MSDê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Kombûneke MSDê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD ê di çarçoveya lidarxistina kongreyeke niştmanî ji bo pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha ji bo berfirehkirina hevpeşiyê di hundirê rêveberiya xweser de, di navbera 14 meha Êlonê de û heyanî 3yê meha Mijdarê de wê 14 kom civînan li dardixe li her dû herêman Cizîr û Firat ê.

Ji bo agahîn pêtir li ser van civînên ku têne li darxistin hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk Emîne Omer ji Dengê Amarîka re raghand ku wan heya niha Sê komcivîn li darxistine, du ji wan civîn li bajarê Hsekê û civînek li bajarê Minbc ê.

Emîne Omer dazanîn ku armanca wan ji van civînan ew li darxistina kongirkî niştîmanî ji bo hemû pêkhateyên herêmê.

Komcivînên ku têne li darxistin ji hêla Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD ê bi sedan keseyet serbixwe siyasetmedar, rewşenbîr, şêx û rîsipiyên herêmê ji hemû pêkhateyên herêma bakur û rojhilatê Sûriyê.

Li gorî berpirsên Meclîsa Sûriya Demokratîk ew heya niha gihaştne gelek perspektîfên çareserkirina aloziyan li herêma bakur û rojhilatê Sûriyê, her wiha ji bo çareseriya giştî Sûriyê xwedî pirojene û amadene ji dîyalogê re bi hemû aliyên din yên Sûrîyê.

Hêjaya bi bîrxistinê ye ku Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD ê û Partiya Vîna gel li paytexta Rûsiyayê Moskwa têkildarî nerînên hevbeş yên her du aliyan di derbarê çareseriya siyasî li Sûriyê de bîrnameyekê hevbeş di 31 meha 8 an de bihevre îmze kirin.

Li gorî şopîneran ku hewldanên MSDê ji bo darxestina kongerek niştîmanî ser asta bakûr û rojhilatê sûrîyê tê di heman dema ku hewlên bi serxistina dîyaloga kurdên Sûrîyê. Şopîner bawerdikin ku ev hemû yek piroje ne ji firehkirina rêveberîya xweser û encûmanên sivîl da ku bighêjin pirojeya hilbijartinên giştî.

Raporta Deng/Zana Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:27 0:00


XS
SM
MD
LG