Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD: Du Şervanên Me di Êrîşeke Dronê ya Hikûmeta Şamê de Birîndar Bûn

Şervanên HSD. Wêne ji arşîvê ye.
Şervanên HSD. Wêne ji arşîvê ye.

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dibêje ku binpêkirineke nû li rêkeftina agirbestê ji alîyê hêzên hikûmeta demkî ya Sûrîyê ve hatiye kirin.

Navenda ragihandina HSD'ê îro Şemîyê got ku “du şervanên me di encama êrîşa dronekê birîndar bûn.”

Wê herwiha da zanîn ku "êrîş li gundê Sefa yê başurê bajarê Çil Axa pêk hate, li dema hêzên me droneke din anî xwar."

Ev pêşhat di demekê de tê ku HSD'ê dibêje, hêzên hikûmeta demî li ser amadekarîyên leşkerî dewam dikin, bi taybet li deverên Cizîrê û başûrê Kobanîyê.

Agirbesta di navbera herdu alîyan de îro Şemîyê bi dawî dibe û hinek jêder dibêjin ku ew hatiye dirêjkirin. Lê Wezareta Derve ya Sûrî got ku ew agahî ne rast in, li gor ajansa SANA ya fermî.

Li alîyekî din, HSD'ê ragihand ku du êrîşên cuda dijî hêzên wan li devera Cizîrê hatin kirin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) dibêje ku şer û girjîyên leşkerî bûne sedema krîzeke mirovahî, bi taybet li bajarê Kobanîyê.

Ferhan Heq, berdevekê Sekreterê Giştî yê NY, roja Înê di preskonferansekê de got ku hemû rêyên diçin nav Kobanîyê girtî ne û bajar dorpêçkirî ye.

"Astengî bûne sedem ku av û elektrîk û înternet ji ser bajêr werin birîn. Tîmên li ser erdê dibêjin ku xwarin û pêdivîyên serekî kêm dibin," wî got.

XS
SM
MD
LG