Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ferhad Şamî Li Ser Rewşa Leşkerî Li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê Diaxive


Berpirsê navenda ragihandina HSDê Ferhad Şamî
Berpirsê navenda ragihandina HSDê Ferhad Şamî

Li bakur û rojhilatê Sûrîyê pêşhateyên leşkerî hene. Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ev 7 roj in li Dêrazorê operasyonekê bi navê “Xurtkirina Ewlehîyê” birêve dibe, herwiha li Minbicê jî êrîşên komên çekdar yên bi ser Tirkîyê ve hene.

Di hevpeyvîna teybet ya Dengê Amerîka bi berpirsê navenda ragihandina HSDê Ferhad Şamî re, wî agahîyên dawî di derbarê rewşa meydanî de parve kirin.

Şamî da zanîn ku operasyona HSDê berê li dijî şaneyên Daişê û bazirganên narkotîkê li deverê destpê kiriye, lê niha bi çekdarên bi ser rejîma Sûrî ve jî rûbirû ne, pevçûn li 5 gundan didomin û di çend demjimêrên pêş de HSDê dê destêwerdana hişk bike.

Derbarê helwesta Koalîsyona Navdewletî de ji bûyerên li Dêrazorê diqewimin ku du bingehên wan yên leşkerî li wê deverê hene, Şamî dîyar kir ku HSDê û Koalisyon di nava peywendîyên berdewam de ne.

“Koalîsyon ji operasyona me agahdar e, odeyeke me ya hevbeş derbarê liv û tevgera Daişê û hêzên rejîma Sûrî de heye, em herdu jî pêgir in rê nedin ku ti tevlihevî çê bibe. Herwiha jibo mijara fermandarê dûrxistî yê Meclîsa Dêrazorê ya leşkerî Ebû Xewla ev mijareke navxweyî ye û girîdayî dadgehê ye,” Şamî got.

Hêjayî gotinê ye ku Koalîsyona Navnetewî ya dijî Daiş’ê ji dema operasyona HSDê destpê kirî ve, du daxuyanî dane, tê de gotiye ku ew bi pêgirî bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re dixebitin jibo têkçûna mayînde ya Daişê misoger bikin herwiha ewlekarî û aramîya herêmê bi cîh bînin.

SDF Flag
SDF Flag

Hevdemî operasyona HSDê li Dêrazorê, li bereyên Minbicê jî êrîşên komên çekdar yên bi ser Tirkîyê ve hene.

Çekdaran roja Înê li gundekî bakurê Minbicê xaleke hêzên rejîmê kontrol bûn, berî ku balafirên şer yên Rûsî wan bombebaran bike, herwiha li gor çavkanîyên xwecihî di topbarana komên çekdar de jê 4 zarok 5 kesên ji heman malbatê jîyana xwe ji dest dane.

Di vê derbarê de Ferhad Şamî dîyar kir ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ew xala rejîm jê vekişyabû dîsa vegerandine herwiha êrîşên komên çekdar şikandine.

Wî îdîa kir ku armanca êrîşên li Minbicê mijûlkirina hêzên wan ji operasyona li Dêrazorê ye, ku çend alî li dijî HSDê di nava odeyekê de cih digirin.

Girêdayî rexneyên li ser torên civakî ku îdîa dikin operasyona HSDê li Dêrazorê dereng maye, Berpirsê navenda ragihandina HSDê bal kişand ku Dêrazor xwedî hestiyarîyên leşkerî, sîyasî û civakî ye.

“Operasyon armanc dike ku bi baldarî rê li ber metirsîyên mezin bigire, jiber ku pir alî dixwazin destwerdanê li deverê bikin û tevlihevîyê çêkin, ku pêgeha HSDê li wir niha xurtir bûye,” Wî got.

Jibo guhdarîkirina li dirêjiya hevpeyvînê, dosya deng veke

Hevpeyvîna Newroz Reşo li gel Ferhad Şamî
please wait

No media source currently available

0:00 0:11:57 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG