Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandarê YPG Sîpan Hemo Wekî Cîgirê Wezîrê Berevanîya Sûrîya Hate Destnîşankirin

Sîpan Hemo. Jêder: Arta FM.
Sîpan Hemo. Jêder: Arta FM.

Wezareta Berevanîya hikûmeta demkî ya Sûrîyê îro Sêşemê ragihand ku fermandarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Sîpan Hemo, wekî cîgirê wezîrê berevanîyê hatiye destnîşankirin.

Rêvebirê Ragihandinê li Wezareta Berevanîyê Asim Xelyon, bi rîya televizyona dewletê ragihand ku Hemo wekî cîgirê wezîrê berevanîyî li herêmên rojhilatê welêt hatiye destnîşankirin.

Ev gav beşek e ji pêkanîna peymana tevlîbûnê ya di navbera hikûmeta Sûrîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya 29'ê Çilê de. Amerîka navbeynkarî di navbera herdu alîyan de kir ji bo rawestandina şer û destpêka prosesa tevlîbûna HSD'ê nav dezgehên dewleta Sûrîyê.

Hemo, ku ji bajarê Efrînê ye, roleke girîng di danustandinên HSD'ê ligel Şamê û prosesa tevlîbûnê lîstiye. Ji bilî posta fermandarê giştî yê YPG'ê, Hemû herwiha endamê rêvebirîya giştî ya HSD'ê ye.

XS
SM
MD
LG