Çavdêrîya Sûrîyê ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) roja Çarşemê ragihand ku vê hefteyê li asêgeheke berê ya alîgirên hikûmeta serok Beşar Esad de hatine kuştin.
SOHR hevdem ragihand ku di pevçûnên li başûr jî herî kêm 7 karmendên ewlekarî û çekdar hatin kuştin.
SOHR dîyar kir ku di operasyona ewlekarî li devera Datur ya bajarê Lazqîyê yê de 4 sivîl, roja Çarşemê 2 karkerên avahîsazîyê û Sêşemê jî 2 nobedarên dibistaneke xwecîhî hatine kuştin.
Parêzgeha Lazqîyê asêgeheke hikûmeta berê ya Esad e û navenda kêmanîya Elewî ya malbata wî ye.
Medya dewleta Sûrîyê got ku piştî ku "bermahîyên milîs" yên piştgirîya Esad dikin, du karmendên ewlekarîyê di kemînekê de kuştin, operasyona li Datur hatiye kirin.
Mistefa Kneyfatî, karbidestekî ewlekarî li parêzgeha Lazqîyê, got ku "di operasyonê de, şaneke tawankar bombe avêtin nobedarên ewlehîyê û jimarek ji wan birîndar kirine".
"Hêzên me demûdest bersîv dan û jimarek ji kesên tawankar girtin, û jmareke din bêbandor kirin(kuştin)," wî got.
Li gor SOHR, "piştî girtina hejmarek rûniştvanan û kesên daxwazkirî û rûniştvanan" li Daturê aniha aramîyek hesas heye.
SOHR herwiha da zanîn ku hêzên Şamê li Deraa ya başûr, operasyoneke mezin dane destpê kirin ku "li zilam û çekan digerin".
Lê çavderîyê ragihand ku di navbera hêzên Şamê û çekdarên girêdayî istixbarata leşkerî ya hikûmeta hilweşandî de roja Çarşemê pevçûn derketine.
"Sê hêzên ewlekarîya navxweyî û çekdarekî xwecîhî hatin kuştin û çend sivîl di nav wan de jin û zarok jî birîndar bûn."
Dara wek dergûşa serhildana 2011’an ya dijî Esad navdar e ku bû sedema şerê navxweyî ya li Sûrîyê, di 2018’ an de hikûmetê kontrol bi dest xist, lê nerazîbûnên li wir ranewestîyan.
Serhildayên bi pêşengîya Hayat Tehrîr el-Şam (HTŞ) di encama êrîşeke 12 rojan de, di 8’ê Berfanbarê de kontrola paytext Şamê bi dest xistibûn û desthilata Beşar Esad têk biribûn.
Rêberê HTŞ’ê Ehmed El-Şera di 29’ê Rêbendanê de xwe wek serokê demkî yê Sûrîyê bi nav kiribû.
Lê ji demê ve, li heremên cuda yên Sûrîyê pevçûn û teqe pêk tên, girje hene ku carnan şer û pevçûn derdikevin.
Hikûmeta Şera bi gelemperî piştgirên Esad tawanbar dikin, tevî ku Şam dijî "bermahîyên rejîmê" operasyonên leşkerî dîyar dikin û gelek girtinan radigihînin.
Şîrovekar dibêjin ku jibo desthilatên nû yên Sûrîyê aniha vegerandina aramîya û parastina ewlehîyê li seranserî welat yek ji kêşeyên herî girîng e.
Jêder: SOHR, AFP