Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Tirkiyê Nêzîk Nobedariyên Hevbeş li Bakurê Sûriyê Dikin


General Joseph Votel
General Joseph Votel

Komandarê Amerîka li Rojhilata Navîn dibêje Amerîka û Tirkiyê renge di nava çend rojan de nobedariyên hevbeş li bajarê Minbijê bikin.

Serkirdeyê Komandariya Navendî ya Amerîka general Joseph Votel, dibêje rahênana serbazan pêşbîn e çend rojên din dirêj bike û piştre wê tevlî nobedariyên hevbeş bibin.

Nobedariya bajarê Minbijê li bakurê Sûriyê beşek e ji nexşeriyekê di navbera Enqere û Waşintonê de ji bo vehewandina girjiyan di navbera herdû welatan de, di demekê de ku Tirkiyê dixwaze hêzên Kurdî ji bajêr vekişin.

Di sala 2016an de hêzên Kurdî bi piştgiriya Amerîka bajarê Minbijê ji Daiş rizgar kir û ji wê demê ve Encûmena Leşkerî ya Minbijê karûbarên bajêr birêve dibe.

Niha Amerîka û Tirkiyê nobedariyên cihê li ser sînor dikin.

Armanca nobedariyên hevbeş nehîştina tundûtijiyan e di navbera aliyên dijber de li wê herêmê.

XS
SM
MD
LG