Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ebu Araj û Eledîn Xalid Behsa Derbazbûna Hêzên Sûrî bo Minbicê Dikin


Cîgirê fermandarê giştî yê Ceyş El-Suwar anku (Artêşa Şoreşgeran) Ahmed Sultan Ebu Araj ragihand ku artêşa Sûrî derbazî bajarê Minbicê nebûye, û li bajarokê El-Arîma ku 20 km dûrî bajêr e bi cih bûye.

“Kesên berê Minbic bi rê ve dibirin nehatine guhertin, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Artêşa Şoreşgeran li cihên xwe ne, û rêjîm derbaz bajêr nebûye, Ebu Araj got.

Wî herwiha bal kişande ser hebûna hêzên kowalisyonê, ku tevî biryara serokê Amerîka ya vekişîna hêzên welatê xwe ji Sûrîyê, lê li ser erdê tu guhertin çênebûne.

“Liv û tevgera hêzên koalisyonê li Minbicê hîn wekî berê ye, gera dewrîye jî didome, nemaze li ser xeta Sacûr”.

Eledîn Xalid hatina hêzeke artêşa Sûrî jibo derdora Herêma Minbicê gaveke erênî dibîne, ku rê li ber êrîşa Tirkîyê dij herêmê bigre.

Xalid bawer dike ku ev gav rê li ber rêkeftina bi rejîma Sûrî re veke.

“Dûrxistina Tirkîyê û çeteyên pêre ji nav Sûrîyê tiştekî baş e, û rê li ber danûstandina bi hikûmeta Şamê re vedike. Mafên me yên sîyasî, civakî û çandî hene, ku ev hatina artêşa Sûrî bibe bingehek jibo derxistina artêşa Tirk Bab, Cerablus û Efrînê,” Xalid got.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku artêşa Sûrî roja Înê derbazî herêma Minbicê bûbû, û li gor daxuyanîya artêşa Sûrî ev yek li ser bangewazîya gelê vê herêmê, piştî zêdebûna gefên Tirkîyê dijî herêmê tê.

Raporta Newroz Raşo
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:53 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG