Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kongireya MSD'ê Tê Lidarxistin, Çi Tê Guhertin?


Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) roja Çarşemê, 20'ê Berfanbarê, kongireya xwe ya 4'ê li bajarê Reqayê lidar dixe, ku çaverê ye guhertin di binyada Meclîsê de çê bibin, herwiha alîyên sîyasî yên nû tevlê bibin.

Hevseroka MSD'ê Emîne Omer ji Dengê Amerîka re ragihand ku 300 kes ji mêvan û delegeyan dê tevlî kongireyê bibin.

Wê got, “Nûnerên hêz û partîyên sîyasî, kesayetên serbixwe, civaka sivîl, pêkhateyên olî û rihspîyên êlan, tevlî kongireya MSD'ê dibin, ew ji hemû beşên sîyasî, civakî û çandî ne, ku ji herêmên Sûrîyê yên cuda û ji diaspora jî ew tên kongireyê”.

Di ser kongireya dawî ya MSD'ê re 5 sal derbaz bûne, ku kongireya 3'yê sala 2018'an li bajarê Tebqayê hatibû lidarxistin.

Emîne Omer dîyar dike ku “gelek sedemên objektîf hebûn hiştin ku kongireya 4'ê dereng bikeve, loma lidarxisitina wê niha pir girîng e”.

“Ji dema kongireya 3'yê de ta niha gelek guhertin li ser asta Sûrî û li herêmê çêbûne, pêvajoya sîyasî li Sûrîyê rawestiyaye, loma jibo MSD'ê pir girîng e ku karê xwe berdewam bike, sûdê ji ezmûna salên çûyî bigire û têkilîyên xwe yên dîplomasî xurtir bike, çi li ser asta pêkhateyên civakî, herwiha ligel welatên herêmê û bi taybetî welatên Ereb”, Omer got.

Emîne Omer
Emîne Omer

Kongireya MSD'ê dê di bin navnîşana: (Hevgirtina Sûrîyan Bingeha Çareserîya Sîyasî û Misogerîya Pêkanîna Sûrîyeke Demokratîk, Piralî û Nenavendî ye), birêve biçe.

Hevseroka MSD'ê da zanîn ku di kongireyê de 3 belge tên gotûbêj kirin û pejrandin, ew jî, rêziknameya MSD'ê, nexşerêya xebata dema pêş û nêrîna sîyasî ne. Herwiha di dawîya kongireyê de hevserokatîya nû tê hilbijartin.

Di derbara guhertin û encamên ku ji kongoreyê tên çaverê kirin, Omer eşkere kir ku “Hêzên sîyasî û kesayetên serbixwe yên nû tevlî nava MSD'ê dibin, ewê di kongireyê de bêne ragihandin. Herwiha li gor pêdivîyên qonaxa ku em tê de ne, guhertin di binyada MSD'ê de tê çêkirin”.

Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) sala 2015'an di kongireyekê de li bajarê Dêrîkê li herêma Cizîrê, hatibû damezrandin.

MSD'ê weke sîwana sîyasî ya Hêzên Sûrîya Demokratîk tê zanîn, herwiha ew lêvegera sîyasî ya Rêveibrîya Xweser e.

Raporta Deng/Newroz Reşo
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:10 0:00

XS
SM
MD
LG