Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Myles: Mûşekên Patriot li Rojhilatî Sûrîyê Tune ne


Ev demeke hin wêne li ser medyaya civakî têne weşandin ku Amarîka Sîstema mûşekên Patriot li rojhilatê Sûrîyê bicih kiriye.

Berdevkê hevpeymaniya navdewletî li dijî DAIŞê Myles B. Caggins di daxuyaniyeke taybet de ji bo Dengê Amarîka ew agahî red kir:

Wî got:

"Amarîka ti sîstemên mûşekên Patriot li bakurê rojhilatê Sûrîyê tune ne. Gelek gotarên bi nûçeyên nerast ên ji hêla nûçeyên nebawer têne derxistin hene, ku dibêjin amarîka sîstema mûşekên Patriot li Sûriyê heye. Ev gotin şaş in. "

Myles Caggins
Myles Caggins

Caggins amaje bi wê yekê kir ku divê xelk ji nûçeyên ne rast hişyar bin.

Hêjaye gotinê ye ku di dema dawî de oprasyon û çalakîyên leşkerî dijî şaneyên razayî yên Daişê aktîv bû ne.

Her wisa li alîyên rojavayê çemê Furatê ku jêr kontirloa rêjîma Sûrîyê de ye, û milîsên Îranî li wir aktîv in, ku ev çend carin ew xalên leşkerî yên wan mîlîsan li Bokmemal û navçeya Dêra Zorê bi derbeyên ezmanî nenas têne armanc girtin.

Ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

Raporta Deng/Zana Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:00 0:00


XS
SM
MD
LG