Lînkên eksesibilîtî

HSDê Zeviya Niftê Ya Herî Mezin li Sûriyê Kontrol Dike


Hêzên Sûriya Demukrat îro Yekşemê got wan zeviya niftê el-Omer ya herî mezin li Sûriyê ji bin destê Daişê rizgar kir li parêzgeha Dêrazorê.

HSDê berê Daiş ji zeviya gazê ya sereke û ziviyên niftê yên biçûk derxistibû li Dêrazorê.

Ew dibêjin hêzên hikûmeta Sûriyê sê kîlometiran dûrî wan ziviyan in.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye dibêje hêzên hikûmetê ji herêma derdora zeviya el-Omer vekişiyan piştî ku rastî gullebaraneka giran hatin ji aliyê çekdarên Daiş ve.

Demeka berê vê mehê hêzên hikûmetê bajarê Meyadîn kontrolkir.

Tilfizyona el-Menar a girêdayî Hizbullah a Libnanî, ku piştgiriya hêzên rêjîma Sûriyê dike, got şerê ji bo ziviya el-Omer hîn berdewam e û kontrolkirina wê ji aliyê HSDê ve red kir.

XS
SM
MD
LG