Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Paşmayên Çekên Kîmyayî yên Rejîma Esed Hatin Dîtin

Karbidestekî Sûrî ragihand ku hikûmeta demkî paşmayên çekên Kîmyayî yên veşartî yên ji dema rejîma berê dîtine.

Di nav çekên ku hatine dîtin de madeyên xav û teqemenîyên ku heman cûrên di êrîşên gazê yên kujer de hatibûn bikaranîn hene.

Mihemed Qetûb, Nûnerê Sûrîyê li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî li Lahay, îro Sêşemê ji Reuters re got ku desthilatdarîya Sûrîyê 18 gumanbar girtine ku tê îdiakirin beşdarî bernameya çekên kîmyayî ya rejîma Beşar Esed de bûne. Di nav kesên girtî de karbidestên leşkerî, siyasî û karên teknîkî hene.

Qetûb herwiha got ku navên gumanbaran nehatine eşkerekirin ji ber ku vekolîn hîn berdewam dike. Wî da zanîn ku çend ji wan di nav rejîma Esed de general bûn.

Karbidestê Sûrî diyar kir ku herî kêm çar ji wan di lîsteyên cezayên Amerîkî û Ewrupî de ne.

Piştî ketina rejîma Esed di dawîya 2024'an de, hikûmeta demkî ya Sûrîyê soz da ku bi civaka navneteweyî re kar bike da ku xwe ji çekên komkuj xelas bike.

This item is part of
XS
SM
MD
LG