Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Qamîşloyê Pêşangeheke Teknolojiyayê Tê Vekirin


Yekemîn Pêşangeha Teknolojiyayê li Qamişloyê
Yekemîn Pêşangeha Teknolojiyayê li Qamişloyê

Li Qamişloyê Yekemîn Pêşangeha Teknolojiyayê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate vekirin.

Di pêşangehê de gelek amûrên nûjen yên teknolojiya û proje hatin pêşandan.

Endamê kompaniya RCell ku piştevniya pêşangehê dike, Hisên Badilî, diyar dike ku armanca wan ji vê pêşangehê ew ku hişmendiya zanyarî û teknolojî di nava civakê de bi pêş bikeve.

Di beşekî taybet de, xwendekarên zanîngeha Rojava beşdarî pêşangehê bûn, amûrên elektronîk û projeyên xwe nîşan dan.

Canda Mele Xelîl, Yekemîn xwendekara jin e ku tevlî beşê mikatronîk ê zanîngeha Rojava bûye, ji Dengê Amerîka re dibêje tevî derfetên kêm, wan hin amûrên girîng dahênan kirine.

Ev pêşangeh yekem car e li herêmê çê dibe, û weke derfetekê ji bo kompanî û kesan e ku nûjeniyên xwe nîşan bidin.

Niştecihê bajarê Qamişlo, Kesra Iniz, dibêje ev pêşangeh gaveke baş e, lê hin kêmaniyên wê jî hene.

Pêşangeh bi beşdariya 24 kompanî û dahêner ji bakur û rojhilatê Sûriyê, hat vekirin û heyama du rojan dirêj kir.

Li gorî serperiştên pêşangehê, di demên pêş de, projeyan pêşkêşkirina xizmetguzarî, piştgiriya mirovî û civakî, û veberhênana enerjiya mayînde dê bên pêşkêşkirin ji bo bikevin xizmeta civakê.

Yekemîn pêşangeha teknolojiyê îro Şemiyê bi dawî hat

Raporta Deng/ Zana Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:30 0:00

XS
SM
MD
LG