Mîrê Qeterê roja Yekşemê got ku ew ji ber derengketina gihandina alîkariyan ji bo ziyandîtîyên erdheja meha borî li Sûriyê matmayî ye, û anî ziman ku şaş e alîkariyên mirovî ji bo mebestên siyasî werin bikaranîn, ev yek bi awayekî eşkere li ser hikûmeta Sûriyê ye.
Qeter di nav çend welatên herêmî de bû ku piştgirî daopozisyonê di şerê navxweyî yê Sûrîyê de û berê jî li dijî hewildanên hin welatan ji bo asayîkirina peywendîyên bi Şamê re axivî.
Mîr Şêx Temîm Bin Hemed El-Sanî, di vekirina konferansa welatên herî kêm pêşkeftî ya NY de li Dohayê axivî, tekezî li ser pêwîstiya alîkarîya Sûriyan "bê dudilî" kir û piştgiriya hewlên Tirkiyê bo rizgarkirina ji erdheja wêranker kir.
Li Tirkiyê hejmara miriyan gihîşt 45,000î û bi tevî Sûriyê jî hejmar gihîşt 51,000 mirî.
Li Sûriyê, herêma bakur-rojavayê ku ji aliyê serhildêran ve di şerê bi Serok Beşar el-Esed re tê kontrolkirin, herî zêde zirar dît.
Şêx Temîm got: "Ji ber ku ez ji derengketina gihandina alîkariyê ji bo van gelên (Sûrî) meraq dikim, ez tekez dikim ku bikaranîna karesateke mirovî ji bo armancên siyasî nayê qebûlkirin."
Neteweyên Yekbûyî bang li hemû aliyên Sûriyê kir, ji bo zêdekirina gihandina alîkariyê.
Dezgehên alîkariyê gazinan ji qedexeyên hikûmeta Şamê dikin ku ew dibêjin belavkirina alîkariyê tevlî siyasetê dibe. Ajansên alîkariyê yên din dibêjin serhildêrên tund rê li ber gihandina alîkariyê ji beşên Sûriyê yên di bin destê hikûmetê de girtine, ev jî hewldanan aloztir dike.
Qeter bi rêya Tirkiyê alîkariyê ji Sûriyê re peyda dike, di heman demê de welatên din ên Kendavê mîna Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî rasterast alîkariyên mirovahî digihînin wî welatî.
Doha, wek Waşinton, dijberiya xwe li hember her pêngavek ber bi nûvekirin an asayîkirina peywendiyan bi Esed re eşkere kir, amaje bi hovîtiya hikûmeta wî di dema şer de û pêwîstiya dîtina pêşketinan ber bi çareseriyeke siyasî kir.
Çavkanî: Reuters