Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdhej Hêvîyeke Nû Dide Nêzîkbûna Sûrîyê ligel Welatên Ereb


Syria Turkey Earthquake
Syria Turkey Earthquake

Piştî Serokê Sûrîyê Beşar Esed vê hefteyê serdana Oman kir û hefteya borî jî li Şama paytext ligel wezîrê derve yê Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb (Îmarat) kom bû, çavdêr dibêjin derfetek nû derketiye holê ku Sûrîyê dîsa vegere nav sîyaseta herêmî û navnetewî.

Serdana Esed ya roja Duşemê bo Omanê geşta wî ya yekê bo li welatê Kendavê di nav deh salan de. Piranîya welatên Ereban peywendîyên xwe bi hikûmeta Esed re di sala 2011’an de birîn, piştî ku wî hêzên ewlekarîyê tundûtûjî li dijî xwepêşandanên dijî hikûmetê pêk anîbû.

Lê şîrovekar dibêjin ku erdheja kujer ya 6’ê Sibatê ku li hinek deverên Sûrîye û Tirkîyê da êdî derfeteke nû jibo hikûmeta Sûrîyê peyda kiriye ku peywendîyên xwe bi hinek welatên li herêmê re vegerîne.

Piştî ku erdhej qewimî, gelek welatên Ereb, bi taybet yên li Kendavê, destê alîkarîyê dirêjî Sûrîyê kirin û piştgirîya mirovî şandin bo qurbanîyên erdhejê li wî welatî.

“Diplomasîya erdhejê dê bêguman bibe sedem ku vegerandina rejîma Sûrîyê nav refên diplomasîya cîhana Ereb bilez bike,” Giorgio Cafiero, berpirsê fîrmeya şîretên stratejîk Gulf State Analytics, ji Dengê Amerîka re got.

Hinek welatên Ereb wekî Îmarat û Behreyn di salên dawî de têkilîyên xwe bi hikûmeta Sûrîyê re vegerandine, lê wan nikarîbû heta niha wan peywendîyan bi awayekî berfireh birêve bibe jiber ku hîn çareserîyek jibo şerê Sûrîyê nehatiye dîtin.

“Lîstikvanên herêmî wekî Îmarat, Uman û Cezayîr, ku li dijî hewildanên dûrxistina Şamê ne, dê niha wê yekê bibêjin ku hilanîna vê dûrxistinê pêwîst e jibo krîzên mirovahî ku gelê Sûrîyê piştî vê karesatê rûbirû bûye,” Cafiero got.

Wî herwiha da zanîn ku serdana Esed bo Oman û ya sala borî bo Îmarat, dê hinek hikûmetên din yên Ereb hand bidin ku ew jî mêvandarîya serokê Sûrî bikin.

“Dê rejîma Esed destkeftên mezin bidest bixîne de ku Erebistana Saudî peywendîyên xwe bi Sûrîyê re asayî bikin û êdî Şamê vegera Komkara Ereb. Dibe ku ev herdu pêşveçûn di sala 2023an de pêk bên, ” şîrovekar Cafiero got.

Erebistana Saudî ku welatekî xwedî hêz li Rojhilata Navîn e dijberîya rejîma Sûrî di salên şerê navxweyî li Sûrîyê de kiriye, bi taybet jibo peywendîya nêzîk ya di navbera Sûrîye û Îranê de. Îran jî wekî rikabereke serekî ya Erebistana Saudî ye.

Lê berî çend rojan, Wezîrê Derve yê Erebistana Saudî Feysel bin Ferhan got ku cîhana Ereb li nêzîkbûneke nû ligel Sûrîyê digere da ku bi awayekî karîger bersiva krîzên mirovahî li wir bidin, di nav de jî erdheja vê dawîyê.

“Ev rewşa heyî kar nake. Divê em nêzîkahîyeke din bibînin. Ew nêzîkahî çi ye, hîn tê amadekirin,” bin Ferhan li Konferansa Munich ya Ewlekarîyê got.

Seth Frantzman, rêvebirê Navenda Rojhila Navîn ya Lêkolînan, dibêje ku hewildanên Sûrîyê bo xwe bigihîne welatên Kendavê girîng e bi taybet jibo piştgirîya darayî bo nûve avakirina Sûrîyê, jiber şer û erdhejê jî.

“Welatên Kendavê, wekî Îmarat û Erebistana Saudî berê jî roleke girîng di warê aborî de jibo piştgirîya Misirê lîstine. Piştgirî jibo Sûrîyê jî dê ligel wê nêrînê were ku divê Şam berê siyaseta xwe biguhere da ku tevlî welatên Ereb bibe, di nav de jî Urdun, Misir û welatên Kendavê,” Frantzman ji Dengê Amerîka re got.

Lê ev nêzîkahî dê demûdest encamên siyasî bi xwe re neyîne jiber peywendîyên nêzîk yên Sûrîyê bi Îranê re.

“Îran dixwaze Sûrîyê wekî bingehek jibo êrîşkirina Îsraîlê bikar bîne û Sûrîyê vala bike da ku bi rêya hêzên xwe wê valahîyê tije bike,” Frantzman da zanîn.

Helwesta Amerîka

Li Washington, karbidestên Amerîkî bi berdewamî dijberîya xwe ya normalkirina peywendîyan di navber hinek welatan û Sûrîyê de derbirîn kiriye. Amerîka dibêje dem nehatiye ku peywendî bi Şamê re vegerin.

“Çarçoveya bi tenê ku em bi rêya wê normalkirin yan jî baştirkirina peywendîyan han bidin dê wê çaxa ku rejîma Esed rênimayên siyasî pêk bîne, nexşerêya siyasî ku ji di Bernivîsa 2254 ya Civata Ewlekarîya Netewyên Yekbûyî de hatiye destnîşan kirin,” Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price hefteya borî di preskonferansekê de got.

Bernivîsa hejmar 2254, ku sala 2015’an ji alîyê Civata Ewlekarîyê ve hate pejirandin, banga dawîkirina şerê Sûrîyê bi rîya destpêkirina veguhestineke siyasî dike.

Lê şîrovekar Cafiero dibêje ew çaverê nake ku karbidestên Amerîkî tiştekî ji bilî bersivdana bo gotinan bikin, eger prosesa vegerandina Sûrîyê nav diplomasîya herêmê dom kir.

“Li vê dema ku şer li Ukrayna didome û girjîyên Amerîka û Çînê germ dimînin û bernama navokî ya Îranê her pêşve dike, rêvebirîya Biden lîsteya ajendeyên xwe yên girîng heye û vegerandina Sûrîyê nav refên welatên Ereb di rêzên jêrîn yên wê lîsteyê de ye.”

XS
SM
MD
LG